Welekorîstan

Stok Kodu:
9786259951539
Boyut:
135-195-
Sayfa Sayısı:
192
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2023-12-08
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
140,00TL
Taksitli fiyat: 9 x 17,11TL
9786259951539
819691
Welekorîstan
Welekorîstan
140.00
Welekorîstan Çûme gundekî bi bax û bostan Ez jê re mame mest û heyran Li hawirdora wî bilind bûne çîya Binhêre li bintara wî mêrg û zevîya Wa belekîyê berfê li serê çiya Dixulxulî ava çem û kanîya. Wek kezîyê keça çardeh salî Fitla dide xwe bin newal û gelî. Serî hildaye ca wek tîre mar Dibe xuşxuşa wî jor da tê xar. Temaşedikim bi qîr û hewar Nava dil li min bûye koza ar. Dest û rûyan dişom bi yekcar Bi kulma min ava sar jê vexar. Min vexar ji ava sara xweşik Tavilê nava dil li min bû hênik. Ketim nav newal û berê çîya Bêhn dikim kulîlk û gul û gîya. Beybûn û sumbul û nêrgiz Rihan û piltan li baxê dengiz. 12 Qalçîçek û gulsosin û berfîn Lalezer û pîvong û yasemîn. Li ber qefa zinar û latê jor Sosin û gulên kesk, zer û sor. Min li berojan mêzekir û dî Cetirî û gulçîçek û dawudî. Şîn bûne hêliz û hîro, adarok Tevî kartûs û karî û kulavok. Gulgenim û mêxik û perperok Gulebûk û xetmîn tevî şekrok. Lale û sinbil, şîlan û binevş Stêrgul û sedra bêhna xweş. Li ber bostan û bax û baban Zambaq û qerenfîl û guldan. Xaşxaşka sor dikir li berojan Bo jîyana min dibin ruh û can. Biharê li xwe dikir xemla kesk Çîya û deşt û newal û bi lesk. Tov dikir goberxik û benîştok Hem pelhewês û tirşo û silqok Rojê vedida ji girê Hecî Heyder Şewqê xwe dida axpîn û bêder. 13 Xûsya şevê li ser gulê dabû der Dibiriqî wek yaqût û cewher. Gazî diket nav şênî û gundîya Qîz û bûk bi carê radibûn ser pîya. Davêtin milên xwe Elbê Toqatî Lê bêrîya jor mîh û bizin didotî. Awir davêtin sîneya wek pizot Cerg û hinav li xortan disot. Tanîn şîr dew û penêr û mast Vexim ji kesera wê re çeqilmast. Di nav re dikişe çemê şirîn Ava Şor Delav bi delav kanî ne li hawirdor. Axpîna maşa Şêxo û Kortika Conî Şûna warê Kurda bû hem şaristanî. Cîyê leyistoka me Keta Mala Îsa Hawirdor gul û kulîlk bûn dîsa. Deşta Xîz bi daristan û devî Lê diçêrin karxezal û pezkûvî. Siwar im ez li hespên seklawî Girêda min tîr û kevan li wî. Sar e Newala Kûr, Gola Mexsê Zivrik û golehişk dikin „eksê. 14 Çêmê jêr û Ada Mala Teyfûq Girkavir û Hewşan mîna bûk. Mêrga Bizya û Textê Baxir Kelehoşk tev maden û paxir. Warê Hola hem Guhura pez Bû mexel lê mîhên sor û gevez. Çîyayê Xevrevîn bi kevir û lat e Keleha wî bilind û bi heybet e. Li gelîyê jor aşê Şêx Yûnûs Aşê Şêx Siltan li bin mala Ûnis. Kela Hacik dîroka wê nedîyar e Bin wê daristan û gund û bajar e. Geliyê Zuxur kûr û hem teng e Kanîyê Pûrto bi delav û çeng e. Lê şîn dibe sîrmendik û pûng e Li sînora bilind dibe hew siping e. Bêjim we navê wan bi zorê Ez ê xwe berdim Newala Şorê. Rûnêm li ser kendalê Gola Kûr Temaşekim li masîyên gir û hûr. Bimeşim li ser axa Welekorîstan Herim nav baxçe, bin darê mêvan. 15 Berhevkin givîj û karçîn û şîlan Hin gulîzerk û hurmî û sêvan. Zevîya Reşît hem Kayîna Cergan Pişta baxçe li nav zevî û beyaran. Hildim dest xwe xilç û adodan Ji nav axê rakim zîl û kerengan. Herim Newala Dedo û Kanîya Mar Bo we hevala vexwim jê ava sar. Zevya ber gund bê av û beyanî Kalê min li wê tim bostan danî. Çêdibûn zebeş û petêxên narîn Tam xweş bûn û wek gezo şirîn. Newala Kêça dirêj û hem bi ger e Textê Mêrgê bilind û li hember e. Ji serê min hiş û aqil diçû dere Ber bayê ketim mîna kelampere. Çotkar dajon bi ga û kotan ber e Axa wî reşe û tevekî cewher e. Rasta Qicûrê avzê û şilek e Wek gerdena keça çav belek e. Bişewite mala te hey felekê Îro wêran bûye Birca Belekê. 16 Min li wir derbaskir dem û sal Bi hesreta wê ez bûme pîr û kal. Bê welat û bê dewlet û bê al Li kuçê xerîbîyê ma me bê hal. Ez bêjim we bi şev û rojan Tim binivîsim bi meh û salan. Nikarim wesvê wê bînim ziman Ew e lew ji dilê xaka Kurdistan. Min li ser wî nivîsîne pir destan Ew e ku navê wî Welekorîstan… Ji dewra qedîm de tu şaristan î Çima tu îro wek warê wêran î?

Axess Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 140,00    140,00   
2 72,80    145,60   
3 49,47    148,40   
6 25,20    151,20   
9 17,11    154,00   
QNB Finansbank Kartları
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 140,00    140,00   
2 72,80    145,60   
3 49,47    148,40   
6 25,20    151,20   
9 17,11    154,00   
Bonus Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 140,00    140,00   
2 72,80    145,60   
3 49,47    148,40   
6 25,20    151,20   
9 17,11    154,00   
Paraf Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 140,00    140,00   
2 72,80    145,60   
3 49,47    148,40   
6 25,20    151,20   
9 17,11    154,00   
Maximum Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 140,00    140,00   
2 72,80    145,60   
3 49,47    148,40   
6 25,20    151,20   
9 17,11    154,00   
World Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 140,00    140,00   
2 72,80    145,60   
3 49,47    148,40   
6 25,20    151,20   
9 17,11    154,00   
Diğer Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 140,00    140,00   
2 -    -   
3 -    -   
6 -    -   
9 -    -   
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat